Sphere yan jî Sphere at the Venetian Resort avahiyeke şahî û muzîkê ya li Paradise a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku li rojhilatê Las Vegas Stripê hatiye avakirin. Avahî ji aliyê pargîdaniya avahîsazan Populous ve hatiye sêwirandin ku proje ji aliyê pargîdaniya Madison Square Garden ve di sala 2018an de hatiye ragihandin ku di wî demê wekê MSG Sphere hatiye binavkirin. Li odîtoryuma bi 18.666 kursiyan bi vîdeo û dengê ku bi dîmendera LEDê ya bi dîtina 16K yê derdora navîn a hindurê avahiyê û derveyê avahiyê dorpêç kiriye bi dengweşên bi teknolojiya ku pêlên dengan çêdike û bi efektên 4Dyê li Sphere pêşandan têne lidarxistin. Derveyê avahiyê bi ekraneke mezin a LEDê derdorê avahiyê hatiye dorpêç kirin ku mezinahiya giştî ya vê ekranê 54.000 m² ye. Sphere bi bilindahiyeke 112 mêtre bilind e bi berfirehiyeke 157 mêtre berfireh e. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1943 – Keştiyeke bin–avê, keştiyeke nexweşexaneyê da ber torpîlê, di encamê de 299 kes mirin.
1948 – Dewleta Îsraelê hate damezirandin. Yekser piştî îlankirina dewleta Îsraelê ango di heman şevê de di navbêra artêşên Ereb û hêzên siyonîst de şer derket. şer heta 13ê kanûna paşîn a sala 1949an dom kir.
1997 – Artêşa Tirk tevî bi dehan hezar leşker, 2 hezar koricî û 250 tang û her wiha bi piştgiriya asîmanî êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Di vê êrîşê de ku di heman salvegera damezirandina dewleta Îsraîlê de hate lidarxistin, armanc ji holê rakirina hêzên gerîllayên Kurd yên girêdayî PKKê bû.