close
Here naverokê

Metabolîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
BERJAYA
Dîtina hêsankirî ya metabolîzma şaneyî

Metabolîzm (yewnaniya kevn μεταβολισμός metabolismós “[sîstema] guhertinê“, li vir bi maneya nêzîk: „metabolîzm“, ji μεταβολή metabolé “veguhastin, guherandin, guhertin“ û -îzm) ji tevahiya veguherînên kîmyayî yên maddeyan di laşê zindeweran re tê gotin, wek mesele veguherandina xwarinan bo berên navîn (metabolît) û berên dawî.

Ger maddeyên biyanî yên ku ji derve têne girtin tên guherandin, jê re metabolîzma maddeyên biyanî jî tê gotin. Veguherandina maddeyên ji bo organîzmê biyanî bo maddeyên xwe yên organîzmê jê re asîmîlasyon tê gotin. Dijberê wê dîssîmîlasyon e (parçebûna maddeyên xwe yên organîzmê).[1] Di nav metabolîzmê de veguherandina maddeyên zirardar bo maddeyên ku dikarin werin derxistin jî heye (biyotransformasyon).

Pêvajoyên metabolîzmê bi taybetî di biyokimyayê de têne lêkolîn kirin.[2] Di bijîşkî û fizyolojiyê de ew pir giring in. Lê ew dikarin ji aliyê fizîkî ve jî werin şîrove kirin, wekî guheztina enerjiya azad li hember “rêkûpêkî”: Zindewer di nav xwe de “rêkûpêkî” zêde dikin û di vê pêvajoyê de enerjî dixurînin. Di organîzmê de entropî (“bêrêkûpêkî”) kêm dibe, di derûdora wî de zêde dibe.[3]

  1. ^ Cirino, Giuseppe; Szabo, Csaba; Papapetropoulos, Andreas (kanûna paşîn 2023). "Physiological roles of hydrogen sulfide in mammalian cells, tissues, and organs". Physiological Reviews. 103 (1): 31–276. doi:10.1152/physrev.00028.2021. ISSN 0031-9333. PMID 35435014.
  2. ^ Pace NR (kanûna paşîn 2001). "The universal nature of biochemistry". Proceedings of the National Academy of Sciences of the United States of America. 98 (3): 805–8. Bibcode:2001PNAS...98..805P. doi:10.1073/pnas.98.3.805. PMC 33372. PMID 11158550.
  3. ^ Ebenhöh O, Heinrich R (kanûna paşîn 2001). "Evolutionary optimization of metabolic pathways. Theoretical reconstruction of the stoichiometry of ATP and NADH producing systems". Bulletin of Mathematical Biology. 63 (1): 21–55. doi:10.1006/bulm.2000.0197. PMID 11146883. S2CID 44260374.