Mela Huseynê Bateyî
Mela Hesenê Bateyî | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1417 |
| Mirin | 1491 (74 Salî) Colemêrg, Mîrektiya Hekarî |
| Esil | Kurd |
| Bernav | Melayê Batê |
| Pîşe | Helbestvan, Wêjevan û Nivîskar |
| Bandorbar | Muhemmed, Elî, Fexredîn Razî |
| Bandorker | Wêjeya kurdî, Zeynelabidin Zinar, Muhemmed Emînê Heyderî |
| Dîn | Îslam |
| Dê û bav |
|
| Malbat | Ertûşî |
| biguhêre | |
Melayê Batê[1] an jî Mela Huseynê Bateyî (jdb. ~ 1417 li - m. ~ 1491),[2] şaîr û alimekî kurdê sedsala 15an bû[3] ku wî bingehên cureya edebî ya mewlûda kurdî daniyê û hema hema hemî mewlûdên kurdî ji wî bi tesîr bûne.[4]
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992an de li Stembolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çap kirin. Li ser bergê vê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di çaxa osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907an) de, li bajarê Stembolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye.
Heyata wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen/Husên e. Lêbelê di pirtûka Ensîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandin ku navê wî Ehmed e. Herwiha nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Ebdulreqîb Yûsif di Dîwana Kurmancî de dibêje ku navê wî "Husên" e. Dibêje:
Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Husên" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên e.[5]
Dibe ku navê wî "Hesen/Husên" bû û "Ehmed" jî leqeba wî bûye.
Mela Bateyî derdora sala 1417an li gundê Bateyê jidayik bûye. Navê bavê wî Mistefa bû. Ew di Medreseya Mîr Hesenê Welî li Geverê xwendiyê.
Di derbara jiyana Bateyî de zêde agahî nayên zanîn; piraniya agahiyan ji Alexandre Caba û Mehmûdê Bazîdî tên lê wekî ne pêbawer tê hesibandin.[6] Lêkolînên dawî destnîşan kirine ku ew di sedsala 17an de ji dayik bûye û heta nîvê sedsala 18an jiyaye, ne wekî ku Bazîdî diyar kiriye di sedsala 15an de.[7] Ew ji eşîra Ertoşî bû û li gundê Batê yê Elkê ji dayik bûye.[7]
Esera wî ya sereke Mewlûda Kurdî (an bi navê Mewlûda Nebî) bûye ku bi kurmancî hatiye nivîsandin.[8] Mewlûd di vê çarçoveyê de berhemeke li ser jidayikbûn û heyata pêxember Muhemmed e.[4] Şiîr ji 19 beşan pêk tê. Di dewrên berê de wekî kitebek dersê ji bo hînkirina zimanê kurdî dihat bikaranîn û di nav kurdên misilman ên li Bakurê Kurdistanê de jî pir populer bû ku dikarîbûn şiîrên wê jiber bikin. Şiîrên wê di çaxên din de jî wekî xêrxwazî têne xwendin. Ev kiteb cara yekem di sala 1905an de li Misirê hatiye çapkirin. Cara duyem di sala 1919an de li Stembolê hatiye çapkirin. Yek ji şiîrên wî ku li ser exlaqê ye, bûye beşek ji kevneşopiya devkî ya êzdiyan.[3][6] Xazelên (şiîrên erebî) wî jî hene.
Mekteba Bateyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber ku Bateyî piştî şiîra Mewlûda Kurdî ewqas tesîrker di civaka kurdan de bû, mirov dikare wekî mektebeke Bateyî binav bike. Ev şiîr hemû bi besmele û hemdaleyê dest pê dikin, hemû jî bi awayekî melodîk behsa rojbûna Muhemmed dikin. Ji bo ku ji agirê dojehê yê bêdawî birevin, tê pêşniyar kirin ku selewatên wan bi koro û pexşanê werin xwendin.[4]
Eserên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi qasî ku tê zanîn, eserên wî ev in:
- Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda kurdî)
- Dîwana Bateyî
- Destana Zembîlfiroş
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Arjen Ari, Xasenezer Melayê Batê...
- ^ Seyîdxan Kurij (1992). Mele Ehmedê Batê. Welat, 26:1992, r. 13.
- ^ a b Leezenberg (2014), r. 724.
- ^ a b c Öztürk (2018), r. 391.
- ^ "The Kurdish Language and Literature". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 gulan 2026.
- ^ a b Kreyenbroek (2005).
- ^ a b Öztürk (2018), r. 397.
- ^ Leezenberg (2014), r. 731.
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kreyenbroek, Philip G. (2005), "Kurdish Written Literature", Encyclopedia Iranica, roja gihiştinê 27 nîsan 2021
- Leezenberg, Michiel (2014), "Elî Teremaxî and the Vernacularization of Medrese Learning in Kurdistan", Iranian Studies, cild 47, rr. 713–733, doi:10.1080/00210862.2014.934150, ISSN 0021-0862, S2CID 162201041
- Öztürk, Mustafa (2018), "Süleyman Çelebi ve Mela Huseynê Bateyî'nin Mevlidlerine Karşılaştırmalı Bir Bakış" (PDF), Turkish Studies, cild 13
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mewlûda Kurmancî, Weşanên Pencinar Ji Bo Çanda Kurdî, Swêd
- Melayê Batê in "Helbest, nivîskar û felsevanên mevşûr yê kurd", NavKurd
- Melê Bateyî, Mewlûda Kurmancî, kurdî/kurmancî, kovara Roja Nû, Stokholm, 1987, 64 rûpel, ISBN 91-7672-018-7.
