close
Here naverokê

German

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
BERJAYA
Nexşeya gelên germanî li derûdora 100 p.z. (nexşe bi almanî ye)
BERJAYA
Odîn, yek ji xwedawendên mîtolojiya germanan
BERJAYA
Kitekita, kevirekî runayê yê germanên Skandînavyayê
BERJAYA
Futharka kevnare, alfabeya pêşîn a germanan bû.
BERJAYA
Koça germanan di navbera sedsalên 2 û 5an de (nexşe bi almanî ye)

German an jî gelên germanî, gorî zimanên xwe yek ji komên gelên hind û ewropî ne ku bi eslê xwe ji bakurê Ewropayê ne. Gelên germanî ji pê koça Ewropayê kirin, bi dimatiyên ewropî yên kelt, slav û romanan ve teva hev bûn û îro gelên Ewropayê pêk tînin.

Peyva German, bê guman ji zimanê germanên berê de hatiye afirandin. Ger bi zimanê germanî yê kevnare tê wateya "şîş" an "cirît" û man jî tê wateya "mirov". Lê bêtir hin teoriyên li ser peyva german hene. Peyva latînî ya germani herî pêşîn ji aliyê Julius Caesar ve hatiye bikaranîn û bê guman ew ji zimanê keltî hatî bû girtin. Di pirtûka xwe ya li ser Şerê Galî de, Julius Caesar ji welatên rojhilata rûbarê Renê re wekî Germania behs dike. Dîsa bi latînî germanus tê wateya hevalbendî, mirovatî û bê guman vê peyvê ji bo germanên ku bi keltan re hembera romiyan hevalbendî kiribû dane.

Li gorî arkeolog û zimannasan qewmên germanan heta dorî 1000-500ê b.z. li Skandinavyaya başûr û herêma Schleswigê dijiyan. Di 850-760ê b.z. de bê guman ji ber avhewayê, germanan ji Skandinavyayê dest bi koçî başûr kirine. Di 650ê b.z. de êdî koç zû bûn û li bakura Ewropayê bicih bûn. Kîjan qewmên germanan li ku bicih bûn bi tûnî ne vebirî be jî, gelê got li başûra Deryaya Baltîk bi şûn bûbûn.

Koça qewman û rûxîna Romayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawiyên sedsala 2an b.z. de, Galya, Îtalya û Hispania di bin herka germanan de ma ne. Kênge romayî heta çemên Ren û Danûbê fireh bû û wê demê bakur û rojhilata çemê Renê wek Germania dihat navkirin. Di dema Augustus de, ji çemên Ren û Danûbê de, li başûr û rojhilat heta Wisla û li rojhilat û bakurê Deryaya Baltîk wekî Germania Magna dihatiye binavkirin.

Di sedsala 5an de, êrîşên qewmên germanên ser Împeratoriya Romê ji bo bandora koçên qewmên hûnan ji rojhilat de, dest pê kiriye. Di bin wan bandoran de germanan koça Îngiltere, Spanya, Îtalya, Efrîqayê kirin.

Gelên germanî li dewletên Ewropaya îro de bi rawirtina demê re asîmîle bûn. Li Îngiltere anglî, sakson û yûtî bi keltan û brîtaniyan û pê re jî bi normandên ji Fransayê koçkirî ve têkelina hev û ew gelê Îngiltere ya îro pêk anî bûn. Îngiltere van koçan li ser Skotlandê jî bandor kir. Dimatiyên galî bi gelên germanî ve teva hev bûn û zimanê hat wergera skotiya îro geordie bû.

Fransayê dîsa bandoreke mezin ji koçên germanan dît. Frankan, yên ku nave danî Fransayê, koça qewman de li Fransaya îroj wek Elsas, Burgundî û Normandiyê bicih bûn. Lê zimanên ku îro li Fransayê tê axaftin bi gelemperî ji zimanên romî ne.

Hispania, anku Portûgal û Spanyaya îro, jî koçên germanan ji aliyê vîzîgot, swêbî, quadî, markomanî û buriyan dîtî bûn. Vandal jî ber ku derbaza Efrîqayê bûn di Hispania û Tengava Cîbraltar re derbaz bûn. Ji bo wan koçan gelek peyv jî ketina zimanên spanî, katalonî û portûgalî.

Îtalya bi gelemperî li bakura Romayê gelek koçên germanên vandal, vîzîgot û ostrogot di sedsala 5an de dîtin. Di sedsala 6an de ew qewma germanî ya lombardan li navçeya îro a Lombardiyayê tê zanîn bicih bûbûn. Dîsa normanan Sîsîlya bi pişkî demekê kargêr kirî bûn.

Dimatiyên Almanyayê (ya ku bi gelek zimanan bi navê Germanya tê naskirin), li ber ku koçên germanan ditî bûn bi gelemperî gelên kelt ên bakur bûn. Piştî koçên mezin bi taybetî di bin kargêra Împeratoriya Romê ya Pîroz de ew dimatiyên berê yên slav û balt hatine asîmîlekirin.

Gelên germanî li dor piştî zayînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Germanan li derdora sedsala 1ê gorî bicihbûna xwe wiha parve dibûn:

Germanên li derûdora çemên Ren û Weser

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sedsala 3an şûnda, gelê frankan bandorên mezin li ser wan kiriye.

Germanên Bakur

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pê re anglî û yutî jî teva wan bûn.

Germanên li derûdora çemên Oder û Warthe

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Germanên li derûdora çemê Wisla

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

BERJAYA Li Wikimedia Commons medyayên di warê German de hene