Pêşdîrok heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û ji bo ku pergala nivîsandinê bi berfirehî were pejirandin bi hezar salan berdewam kiriye. Sîstemên nivîsînê di hinek kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hinek kulturên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek nimûne bi gelemperî tê qebûlkirin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900an p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1894 – Hêzên japonan Seraya Qraliyetê ya Sêûlê îşgal kirin û şahê Koreyê ji textê anîn xwarê.
1903 – Şirketa Fordê, yekemîn erebaya xwe ya ku çêkiriye firot.
1929 – Hikûmeta faşîst li Îtalyayê bikaranîna peyvên biyanî qedexe kir.
1952 – Li MisrêHereketa Efserên Azad bi serokatiya Cemal Ebdul Nasir, Şah Farûq ji serokatiyê xistin û dawî li monarşiyê danîn.
1963 – Fransa red kir ku beşdarê Peymana Qedexekirina Cerribanê ya li Rûsyayê bibe. Ev peyman ji bo ku cerribandinên nukleeran were sînordarkirin hatibû li dar xistin.
1967 – Li bajarê Detroit yê girêdayî parêzgeha Michiganê di dîrokê Amerîkayê de serhildana herî mezin dest pê kir. Di van bûyeran de 43 kes mirin, 342 kes birîndar bûn û nêzîkî 1400 xanî şewitîn. 7200 kes hatin binçavkirin.
1983 – Li Srî Lankayê piraniya Budîst, nêzîkî 3.000 tamîlan qetil kirin. Nêzî 400.000 tamîl jî reviyan welatên cîran. Ev bûyer ji dîroka Srî Lankayê re wek Tîrmeha Reş hate qeydkirin.